Li Ezazê serçeteyekî keçek tecawiz kir û pitika wê avêt çopê

Serçeteyê koma bi navê Asîfal Şîmal a girêdayî dewleta Tirk Elî Sîco li Ezazê keçeke 15 tecawiz kir. Piştî tecawizê keçik welidî û çeteyan pitika wê avêt nav çopê.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li deverên di bin dagirkeriya xwe de sûcên dermirovî berdewam dikin. Li taxa Sîco ya Ezazê ku çeteyan dagir kiriye, pêr pitikek di nav çopê de hate dîtin. Kesên li derdorê pitika ku dikir bimira rakir nexweşxaneyê.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku serçeteyê koma bi navê Asîfal Şîmal Elî Sîco zaroka 15 salî tecawzi kiriye. Koma çete Asîfal Şîmal desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire.

Hat diyarkirin ku piştî ku hatiye zanîn ku keça 15 salî ducanî ye, malbata wê giliyê Elî Sîco kiriye.   

Pitik birîndar e

Çavkaniyan got serçete Elî Sîco piştî vê yekê gef li malbatê xwarin û keç revand. Piştî ku wê keçê pitik welidand, çeteyên di bin fermndariya Sîco de pitik avêt çopê. 

Hate zanîn ku dema pitik di nava çopê de hate dîtin, ji çavekî xwe winda kiribû.

Der barê çarenûsa keça mexdûra tecawizê de jî tu agahî tune ne.

Sûcên li hember jin û zarokan

Sûcên çeteyên dewleta Tirk ên nemaze li hember jin û zarokan li Ezaz, Cerablus, Bab û Efrînê ku dagirkirî ne, pir zêde bûne. 

Li Cerablusê demek berê çeteyan jinek li kolanê qetl kiribû. Dîsa 4 roj berê li Ezazê cenazeyê jineke ku hatibû tecawizkirin, hatibû dîtin.

Li gorî daneyên Meclisa Jinan a Sûriyê li Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an ve nêzîkî hezar jin û zarokên keçîn ji hêla çeteyan ve hatine revandin.

ANHA


Mijarên Din