Li Ezaz û Şêrawa 2 leşker û 3 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku li Ezaz û Şêrawa li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 çalakiyên cuda pêk anîne û di encama van çalakiyan de 2 leşker û 3 çete hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûne.

Bi daxuyaniyeke nivîskî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê 3 çalakiyên xwe yên 7 û 9’ê Gulanê de agahî dan. HRE’ê diyar kir ku li Ezazê û navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama çalakiyên wan de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 3 çeteyên wê hatine kuştin, her wiha 7 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye: 

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî yên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrînê û derdora wê, hêzên me bi 3 çalakiyên cuda derbên giran li çete û artêşa dagirker xistin li herêma Ezaz û navçeya Şêrawa ya Efrînê. Di vê çarçoveyê de;

Di 7’ê Gulanê de hêzên me erebeyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê  El-Cebha El-Şamiyê li derdora gundê Kil Cibrîn ê girêdayî herêma Ezazê armanc girt, di encamê de 3 çete birîndar bûn û erebe hat rûxandin.

Di 9’ê Gulanê de, hêzên me noqteyeke leşkerî ya leşkerên Tirk li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa ku heremên sivîlan ê li gundên Soxanek û Aqîbê bi çekên giran topbaran dikirin, kir armanc, di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, her wiha erebeyeke leşkerî jî derb xwar.

Di 9 Gulanê de hêzên me alaveke çeteyan a kolandina xendekan ku karê avakirina dîwar li derdora gundê Kîmarê dikir, kir armanc. Di encamê de ew alav hat rûxandin û 3 çeteyên koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat hatin kuştin.”


Mijarên Din