Li Ezazê teqînek mezin- hate nûkirin

Vê êvarê erebeyek bombebarkirî li bajarê Ezazê teqiya. Di encamê de zirarên mezin li cihê teqînê çêbûn û hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn .

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re ragihandin ku teqînek mezin li bajarê Ezazê ya ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, rû daye. Teqîn li ser otobana bajarê Ezazê pêk hatî. Di encamê de zirarên mezin bi cihê teqînê hatine.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ku çavkaniyên herêmî ji me re ragihandine, hejmarek kes hatin kuştin û 14 din jî birîndar bûn.

Ajansa me karî navên kesên birîndar bidest bixe: Malik Saîd Heyanî, Hadî Ismaîl Salo, Mihemed Ismaîl Salo, Xalid Hemîd El-Abdullah, Mihemed Ehmed Hesano, Zafir Abdullah Helebî, Ebdo Reşîd Yesêr, Yusif Cemîl, Hibe Ismaîl, Menar Mihemed Elûş, Hemîde Ebdo Ibrahîm, fîras Mistefa Ibrahîm, Hemîde Mistefa Ibrahîm û Selah Mistefa Ibrahîm.

(şx)

ANHA


Mijarên Din