Li Filistînê 15 welatî hatin binçavkirin

Vê sibehê artêşa Îsraîlê 15 filistînî di hemleyên serdegirtinê li herêmên cuda yên El-Dufa El-Xerbiyê de binçav kirin. Li aliyekî dîtir jî zêdetirî 100 polîsên Îsraîlê di çalakiyên girseyê yên bi serkêşiya cihûyên bi esilê xwe etiyopyayî ne li Îsraîlê de, birîndar bûn.

Li ser zimanê çavkaniyên Filistînê nûçegihanê me li Xezayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê 15 filistînî di hemleyên serdegirtinên li herêmên cuda yên li El-Dufa El-Xerbiyê de binçav kirin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê kesên di çalakiyên ewlehî yên li dijî artêşê beşdar bûne, binçav kirin.

Ji aliyekî din ve jî artêşa Îsraîlê got  100 polîs di xwepêşandanên cihûyên bi esilê xwe etiyopyayî ne ku bûye çend roj in pêk tînin, birîndar bûn û 19 erebeyan zirar dîtin. Ew jî ji bo kuştina etiyopyayekî bi guleya polîsên Îsraîlê bû.

Li gor axaftinên çalakgerên cihûyên Etiyopyayê, zêdetirî 10 kesan hatine binçavkirin. Di heman demê de, bi sedan jî birîndar bûn. Ji wê jî zêdetir 10 îsraîlî di encama avêtina kevran li erebeyan de  di dema derbasbûna wan li gel herêmên xwepêşandanê de, birîndar bûn.

Girêdayî mijarê, rojnameya Mearîf a Îsraîlê rûpela yekemîn bi manşêta "Hêrs û krîzê" nivîsand. Her wiha jî ciwanên Etiyopyayê kevr û şûşeyên cam ên şewatê avêtin dewriyeyên polîs û erebeyên sivîlan.

Lê rojnameya "Îsraîl Today" jî têkildarî bûyerê li ser zimanê serbazekî Îsraîlê da zanîn ku polîs hazirtiya li hember xwepêşandina êvara îro bisekine, dike.

Li aliyekî din jî serokê Îsraîlê Reuven Rivlin şevê berê daxuyaniyeke taybet der barê xwepêşandanên welatiyên Etiyopyayê de weşand ku tê de bang li tevahî aliyên kir ku xwe bigirin û hêrsa xwe bi tundiyê dernexin.

Reuven Rivlin lê zêde kir ku kesên çalakger ku tundî bijartiye, ev ne xwepêşandan e û xwepêşandan ne wisa ye li gor ew hemû dizanin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din