Li Filistînê 19 kes hatin binçavkirin

Îro di saetên sibê de artêşa Îsraîlê girtin ser bi bajarokê El-Îsawiye yê navenda bajarê Qudisê û di encama wê de 19 filistînî ji wan jineke, binçav kir.

Çavkaniyan ji nûçegihanê me ji Xezayê re diyar kir ku artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de 19 filistînî ji wan jinek piştî ku lêdan, binçav kirin. Ev yek piştî ku şer di navbera ciwanên filistînê û artêşa Îsralê de di nava du rojên derbasbûyî de derket û di encama wê de ciwanekî filistînî hat kuştin û zêdeyî 70 kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê heta niha tevgera filistîniyan li bajarokê Îsawiye asteng dike.

Li bajarokê Îsawiye şevê din di navbera ciwan û artêşa Îsraîlê de şerê dijwar derket, gule û bombe bi awaykî dijwar ji aliyê artêşê ve hat bikaranîn. Her wiha ciwanan jî bombeyên û kevir bikar anîn. Çavkaniyan ji me re diyar kir artêşê bajarok di aliyê leşkerî de dorpêç kiriye.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan got komên Filistînê lihevkirina der barê agirbesta bi Îsraîlê re red dikin ji ber ditirisn ku Îsraîl dev ji vê yekê berde.

Çavkaniyan destnîşan kir ku komên Filistinê tekez kir ku ew derfet nadin Îsraîlê ku lîtska xwe ya hertim pêk bîne û got çalakiyên xwe li dijî Îsraîlê zêde bikin, ger ku îsraîl li gorî hevpeymana agirbestê tevnegerê.  

Ragihandina Îsraîlê duh di saetên sibê de ragihand ku komên filistînî û hikûmeta Îsraîlê li Xezayê bi sponseriya Misir û navnetewî gihîştine lihevkirine nû ji bo aramiya di navera herdû aliyan de vegerîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din