​​​​​​​Li Filistîn û Îsraîlê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe

Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Filistînê bilind bû û bû 252 kes. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî da zanîn ku hejmara nexweşan bûye 8 hezar û 611 û 51 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku 15 kesên nû li Difa El-Xerbiye bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ketine ku dan û standinên wan bi nexweşên din re hebûn. Wezaretê diyar kir ku li Filistînê hejmara nexweşên bi Koronavîrusê bilind bûye û bûye 252 kes.

Berdevkê Wezareta Hundirîn a Filistînê Xesan Nimir got hejmara zarokên bi vîrusê ketine bû 40, her wiha kesên temenê wan zêdetirî 60 saliyê, bûn 23 kes. Li aliyekî din jî kesên temenê wan di navbera 18 û 59 saliyê de 183 kes in.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku kesên nû bi vîrusê ketine, hatin qeydkirin û kesekî din jiyana xwe ji ber Koronavîrusê ji dest da. Her wiha wezaretê destnîşan kir ku hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê gihaşt 8 hezar û 611 kesan, ji wan rewşa 191 kesî sivik e, rewşa 141 kesan giran e, 585 kes baş bûne û 51 kes bi vîrusê mirine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din