Li Filistîn û Îsralê dateyên dawîn ên COVID-19

Li Îsraîlê hejamra kesên ji ber vîrusa Korona ya nû mirine gihaşt 245 kesan û 16 hezar û 409 kes jî pê ketine, her wiha li Filistînê jî hejmara ya kesên bi Koronavîurêsê ketine giştî 547 kes e.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku li welat 6 haletên wefatê hatine tomarkirin û  hejara kesên bi Koronavîrusê ketine 245 kes e, duh jî 6 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên bi vîrusê ketin gihaşt 16 hezar û 409 kesan.

Wezaretê bi bîr xist ku 11 hezar û 7 kes baş bûne, rewşa 77 kesan xeter e, ji wan 64 kes li ser menfesê ne û 57 kes jî rewşa wan baş e.

Ev yek piştî hikumeta Îsraîlê tedbîrên qedexeya derketina derve sivik kir hatiye tomarkirin.

Di heman çarçoveyê de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê haletek li Difa El-Xerbiyê tomar kir.

Têkildarî vê yekê wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Difa El-Xerbiyê û Qudisê 547 kes bi vîrusê ketine.

(eh)


Mijarên Din