Li Filistîn û Îsraîlê hejmara kesên bi Koronavîsê ketine, zêde dibe

Li Filistînê hejmara kesên bi vîrusa korona ya nû (Covid-19) ketine, gihaşt 205 kesan û li Îsraîlê jî gihaşt 7 hezar û 89 kesan û 43 kes mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li Difa El-Xerbiye 11 kes bi Koronavîrusê ketine, di nav wan de 2 zarok hene.

Her wiha diyar kir ku li Filistînê ji destpêka nexweşî belav bûye heta niha, 205 rewş hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku ji ber Koronavîrusê kesekî din jî mir. Çapemeniya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre wezaretan, diyar kir ku li Îsraîlê 43 kes bi vîrusê mirine û 7 hezar û 89 kes jî bi vîrusê ketine.

Berî niha serokê hikumeta Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ragihandibû ku Îsraîl dê belavbûna vîrusê li welat kontrol bike.

eh

ANHA


Mijarên Din