Li Filistîn û Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde dibe

Hikumeta Filistînê ragihand ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li welêt rabûye 104`an. Li Îsraîlê jî 3 hezar û 865 kes nexweş in.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê vê sibehê 6 rewşên din ên Koronavîrusê (Covid-19) li bajarê Qudsê, qeyd kir.

Berdevkê hikumeta Filistînê Ibrahîm Milhim wiha got: "Li bajarokê Qetna yê bakurê rojavayê Qudsê, 6 rewşên din ên Koronavîrusê hatin qeydkirin. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên vîrusê li Filistînê dibe 104."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî, hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde bûye.

Wezaretê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Rewşên din ên nexweşiya Koronavîrusê hatin qeydkirin. Hejmara giştî ya nexweşan li Îsraîlê 3 hezar û 865 e."

cx

ANHA  


Mijarên Din