​​​​​​​Li Filistîn û Îsraîlê nexweşên Koronavîrusê zêdetir bûne

Desthilata Filistînê 6 rewşên nû yên Koronavîrusê tomar kirin, bi vê yekê hejmara kesên li Filistînê bi vîrusê ketine gihaşt 97 kesan, di heman demê de li Îsraîlê jî 3 hezar û 460 kes bi vîrusê ketine.

Îro Berdevkê Hikumeta Filistînê Îbrahîm Milhim anî ziman ku li Difa El-Xerbiyê 6 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Her wiha di civîna çapemeniyê de Milhim wiha got: "Li Dufa El-Xerbiyê û Xezayê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 97`an, ji wan 18 kes rehet bûne û yek jî miriye."

Milhim da zanîn ku rewşa kesên bi vîrusê ketine baş e.

Di heman demê de Îbrahîm Milhim desthilata Îsraîlê tewanbar kir ku çavên xwe ser kesên bi nexweşiyê ketine girtin,  di nav wan de kesên filistînî yên xwedan nasnameya Şîn anku nasnameya Îsraîlê û li Qudisê dijîn.

Milhim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îsraîlê nehişt desthilat 5 xwendekarên ji Qudisê ku tevî du kesên ji Dufa El-Xerbiyê ku ji Îtaliyayê vedigeriyan welat pêşwazî bike."

Di heman çarçoveyê de Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku li Îsraîlê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 3 hezar û 460’î  piştî ku 425 rewşên nû hatibûn tomarkirin.

eh

ANHA


Mijarên Din