Li Filistîn û Îsraîlê rewşa dawîn a Koronavîrusê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 266 kes bi Koronavîrusê ketine, li Îsarîlê jî deh hezar û 95 kes pê ketine û 93 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê hikumeta Filistînê Îbrahîm Milhim daxuyand ku li Difa El-Xerbiyê 3 kesên din bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ketine.

Milhim diyar kir ku li Filistînê 266 kes bi vîrusê ketine û yek ji wan jiyana xwe ji dest daye.

Di heman çarçoveyê de Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku hejmara kesên bi vîrusê ketine û mirine, zêdetir bûye.

Wezaretê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li Îsraîlê 93 kes bi vîrusê ketine, lewma hejmara wan bûye 10 hezar û 95 û ji wan rewşa 164 kesan xeternak e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din