Li Filistîn û Îsraîlê rewşên nû yên Koronavîrusê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Difa El-Xerbiye û Xezayê 15 rewşên nû yên Koronavîursê qeyd kirin. Bi vê yekê li Filistînê hejmara nexweşan dibe 134. Li Îsraîlê jî 5 hezar û 591 kes bi vîrusê ketine, ji wan rewşa 97 kesan xeternak e û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê hikumeta Filistînê Ibrahîm Milhim ragihand ku li Difa El-Xerbiye û Xezayê Wezareta Tenduristiyê 15 rewşên nû yên Koronavîrusê (Covid-19) qeyd kirine.

Ibarahîm Milhim wiha got: "Piraniya kesên li Difa El-Xerbiyê bi vîrusê ketine, karker in, her wiha 2 pîrejinên ku ji deriyê Refehê derbasî Xezayê bûne jî bi vîrusê ketine." 

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî daxuyand ku rewşên din ên vîrusê hatine dîtin û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye. Wezareta wiha da zanîn: "Bi vê yekê, hejmara kesên li Îsraîlê bi vîrusê ketine gihîşt 5 hezar 591`an ku rewşa 97 kesan xeternak e û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest daye."

 (eh)

 

 


Mijarên Din