​​​​​​​Li Fînlandiyayê li dijî tundiya li ser jinan çalakiyek protestoyî

Li paytexta Fînlandiyayê Helsinkî, çalakiyên protestoyî yên li hember tundiya ku di dema pandemiya Koronayê de li ser jinan hatiye meşandin û êrişên dewleta Tirk a dagirker, berdewam kirin.

Li paytexta Fînlandiyayê Helsinkî, çalakiyên protestoyî yên li hember tundiya ku di dema pandemiya Koronayê de li ser jinan hatiye meşandin û êrişên dewleta Tirk a dagirker, berdewam kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û rêxistinên jinan ve hatin organîzekirin. Li Helsinkiyê cihê ku zêdetir kesên biyanî lê dimînîn li devera Itakeskus jinan balkişand ser tundiya ku di dema pandemiya Koronayê de û hewlestên Tirkiyê yên li hember berpirsên rêxistinên jinan.

Di çalakiyan de pankartên ‘Tundiya li ser jinan polîtîk e, Dibe tu jî armanc bî, hevkarî jiyan dide’ hatin hildan. Piştî wê jî çalakiyên her hefte li dijî planên dewleta Tirk ên li devera Zînî Wertê dihatin lidarxistin, berdewam kirin. Hîna li Fînlandiyayê ji ber pandemiya Koronayê biryara qedexeya kombûnên zêdeyî deh kesan heye. Lê dîsa jî çalakiyan bala hemû aliyan kişandin.

ANHA


Mijarên Din