Li Fransa û Îtalayayê bîlançoya vîrûsa Koronayê zêde dibe

Li Fransayê di nava 24 seatên dawî de 89 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Ev bilanço di nava rojekê de bûyera herî giran e. Bi vê yekê hejmara kesên ku heta niha bi vîrûsê mirine gihişt 264 kesan.

Mudîrê Saziya Giştî yê Tenduristiyê Jerome Salomon di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine di roja sêşemê de 7 hezar û 730 bû û roja çareşmê gihişt 9 hezar û 134 kesan. Ev tê wateya ku ev rêje di nava 24 saetan de ji sedî 18 zêde bû.

Jerome Salomon diyar kir ku rewşa 931 kesan xeter e û di bin kontrolê de ne.

Li Îtalyayê jî Parastina Sivîl ragihand ku di nava 24 seatên dawî de li welat 475 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bilanço li welatekê di nava rojekê de bûyera herî giran e.

Li gorî AFP‘ê li Îtalyayê heta niha 3 hezar kes bi vê şewbê jiyana xwe ji dest dane, bilançoya wê nêzî welatê Çina ku pandemî lê derketî. Li Çinê zêdeyî 3 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 


Mijarên Din