Li Fransayê ji ber germê kareseta şewatê

Li gelek deverên Fransayê ji ber germa zêde şewat derket, di encamê de bi hezaran hêktar zevî şewitîn.

Hate ragihandin ku li gelek deverên Fransayê ji ber germê şewatên mezin rû da. Di şewatan de bi qasî 500 hektar zeviyên çandiniyê ku piraniya wê qamîşa şekir bû û 100 hektar daristan şewitîn.

Her wiha 4 xanî şewitîn, lê di şewatan tiştek bi ti kesî nehat. Ji ber şewatê 250 endamên tefandinê agir seferber bûn.

Li herêma Eure yê rojavayê Fransayê pileya germê ji sedî 42 derbas kir, di encamê de hezar û 170 baxçe bi bandor bû, 269 endamên tîmên vemirandina agirî ketin tevgerê. Ji ber şewatê rêya bi lez ji piştî nîvro ve hate girtin.

Sekretêrê Giştî yê Alîkarê Gerînendeya Luria Ludovic Birat got:"Me texmîn dikir şewat çêbibe, lê ne bi vê astê.. bi zuhabûnê û germê re şewat derket."


Mijarên Din