`Li gel Ocalan hîmên çareseriya aloziya Sûriyê hene`

Siyastemedar Ibrahîm Selac tekez kir ku li gel Ocalan gelek hîmên çareseriya aloziya Sûriyê hene û got: "Destpêkê ji ber ku Ocalan pir baş dosyaya Sûriyê têgihiştiye û girêkên wê yên navdewletî dizane. A duyem ew pêkhateya civaka Sûrî nas dike. Li gel wî rehendeke fikrî û felsefî heye ji ber wê dikare çareseriyên tevahiya aloziyên herêmê pêşkêş bike."

Rêber Abdullah Ocalan di 12’ê Hezîranê de nameyek bi parêzerên xwe re şand. Ocalan di wê nameyê de diyar kiriye ku ew amadeye rolek di çareserkirina gelek dozên herêmê de bilîze. Girêdayî mijarê endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Ibrahîm Selac tekez kir ku birêz Ocalan xwedî gelek taybetmendiyan e, ji ber wê dikare aloziya Sûriyê çareser bike.

Selac diyar kir ku birêz Ocalan ne Rêberê gelekî tenê ye, êdî Ew bûye sembola azadî û têkoşîna gelên herêmê. Selac got: “Nîşaneya vê yeke pêşkêşkirina projeya Netewa Demokratîk e. Ocalan bi rêya wê biratiya gelan û yekîtiya pêkhateyan tekez kir. Aloziya Sûriyê êdî veguheriye aloziya herî girêk di cîhanî de. Îro ji bo çareserkirina aloziyê fikrê Ocalan pêwîst e."

‘Ocalan pir baş ji dosyaya Sûriyê fêm kiriye û girêkên wê yên navdewletî dizan e’

Selac destnîşan kir ku li gel Ocalan hîmên çareseriya aloziya Sûriyê hene û wiha pê de çû: "Destpêkê ji ber ku dosyaya Sûriyê baş têgihiştiye û girêkên wê yên navdewletî dizan e. A duyem ew pêkhateya civaka Sûrî nas dike. Li gel wî rehendeke fikrî û felsefî heye ji ber wê dikare çareseriyên tevahiya aloziyên herêmê pêşkêş bike."

Selac tekez kir ku pêwîste Tirkiyê ji Sûriyê derkeve û got: "Bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê, destpêka çareseriya aştiyane ya Sûriyê ye. Pêwîste Îran û Rûsya destekên xwe ji komên çekdar ên di Sûriyê de rawestînin û bihêlin ku gelê Sûriyê bi xwe çaranûsa xwe bi rêya diyaloga siyasî û aştiyane diyar bike."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din