Li gel sewqiyatên leşkerî û topbaranê..gelo dê agirbesta Idlibê bi dawî bibe?

Hêzên hikumeta Sûriyê bi desteka Rûsyayê sewqiyatên leşkerî ber bi eniyên gundewarên Idlibê ve zêde kir. Li aliyekî din artêşa Tirk çeteyên xwe alavên leşkerî dişîne herêmê û behsa operasyoneke leşkerî tê kirin. Di nav vê rewşdê de Gelo pêşketinên li herêmê ber bi ku ve diçin?

Lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya der barê Idlibê de ku di destpêka Adara borî de li Moskovayê hatibû îmzekirin, hişt ku behsa bidawîbûna aloziya Idlibê bê kirin. Lê belê xuya bû ku ev lihevkirin jî wekî yên beriya wê ye.

Piştî şeş mehan, li gel geşedanên leşkerî yên ku îşaret bi hilweşîna lihevkirinê tê kirin, hêzên hikumeta Sûriyê hêzên xwe li başûrê gundewarên Idlibê zêde dike û balarfirên Rûsyayê herêmê bombebaran dikin. Her wiha arêtşa Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî ber bi herêmê ve dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), beriya çend rojan ragihand ku li gel şerên demkî li gelek eniyên gundewarên başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Sûriyê ji gundewarê rojhilatê Idlibê, başûr û başûr rojavayê Helebê ber bi nuqteyên nû ve li dora Kefer Nubil, herêma çiyayê Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê ve bi rê ketin û li wir bi cih bûn.

Ji aliyekî din ve SOHR`ê yekşemê daxuyakirin ku, karwanekî nû yê artêşa Tirk a dagirker ku ji tank, wesayîtên leşkerî û madeyên lojistîkê pêk tê de, di deriyê Kefer Lûsîn ê bakurê Idlibê re derbasbûye.

Karwanê Tirkiyê ji 40 erebeyên leşkerî pêkdihat. Bi wê re hejmara wesayîtên ku ji destpêka agirbestê ve derbasî erdên Sûriyê bûne gihîşt 5 hezar û 280 wesayîtan û bi hezaran leşkeran.

‘AGIRBESTA IDLIBÊ DEMKÎ YE’

Têkildarî mijarê rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Malik El-Hafiz ji ANHA`yê re axivî û got: “Agirbesta li Idlibê demkî ye. Ez bawerim ku derengxistina Rûsyayê tevger û operasyonên leşkerî li derdora rêya navdewletî M4 yan jî ber bi herêma deriyê Bab El-Hewa ve girêdayî gelek faktoran e. Di sêrî de pandemiya Koronayê, rewşa Lîbyayê û nakokiyên Rûsya-Tirkiyê yên girêdayî Sûriyê. Rûsya ji dewleta Tirk bêhtir dixwaze bi rêya Sûriyê rewşa li Lîbyayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”

‘BINKETINA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DÊ RAGEŞIYA LI BAKUR Û ROJAVAYÊ WELÊT VEGERÎNE’

El-Hafiz wiha domand: “Faktora sêyemîn jî ew e ku rê li pêşiya lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê ên girêdayî rojhilatê Firatê neyê girtin. Ez dibînim ku ji ber vê yekê dê careke din şer li bakur rojavayê Sûriyê gur bibe. Ji ber ku rola Amerîka li rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Ev yek jî rê li pêşiya pêkanîna lihevkirinên Rûsyayê û dewleta Tirk digire, nexasim ji bo pevguherîna herêmên rojhilatê Firatê bi rojavayê wê. Faktora çaremîn jî bidawîbûna dema ku Rûsya ji dewleta Tirk re girêdayî tunekirina hebûna komên cîhadîst li Idlibê diyar kiriye. Ev yek jî di dema borî de ji ber hinek sedemên girêdayî dawaza dewleta Tirk ku vê kaxizê di demek guncew de bi kar bîne, pêk nehat.“

‘DÊ RAGEŞÎ BERIYA CIVÎNA KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA DI DEMA LIDARKETINA WÊ DE VEGERE’

Têkildarî rastiya rewaş Idlibê El-Hafiz got: “Bi baweriya min dê rageşiya ji aliyê Rûsya û hikumeta Sûriyê ve li bakurê Sûriyê zêde bibe. Dibe ku ev yek piştî civîna sêyemîn a komîteya destûrê di dawiyê vê mehê de yan jî di dema lidarketina wê de pêk were. Gurkirinê li herêmê zêde dibe. Armanca Rûsya ya kontrolkirina rêya M4 û gihîştina deriyê Bab El-Hewa, diyar e.”

‘DEWLETA TIRK NIKARE BI RÛSYA, ÎRAN Û REJÎMA SÛRIYÊ RE BIKEVE ŞER’

Derbarê armanca sewqiyatên dewleta Tirk ber bi Idlibê ve El-Hafiz got: “Dewleta Tirk ji vê yekê dixwaze ku di çapemeniyê de nîşan bide ku ew dixwaze hevsengiya li herêmê biparêze. Lê ew li ser erdê nikare li hemberî rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê şer derkeve. Agirbest di piratîkê de bi dawî bûye. Tu pirsgirêk li cem Rûsyayê ji bo vê mijarê tune ye. Ew baş dizane ku gelek dijwar e dosyayê Sûriyê ji dosyayên din ên hevpar bi dewleta Tirk re bi taybet ên li Lîbyayê, cuda bike.  Nêzîkbûneke Rûsya û Fransayê girêdayî gelek mijaran heye. Rûsya bi rêya wê xwest li hember kaxiza dewleta Tirk a hevalbendiya wê bi DYA`yê re bisekine. Ev nêzîkbûn asta nakokiyê di navbera Moskova û Enqereyê de li Lîbyayê zêde dike. Her wiha li Sûriyê jî dibe ku lihevkirinên heyî bi dawî bibin yan jî taloq bibin. Mirov dikare bêje ku şerê ku tê payîn li Idlibê pêk were, dê ne li gorî lihevkirinan be ku dewleta Tirk li beramberî tawîzên li Idlibê herêmên li rojhilatê Firatê bi dest bixe. Lê belê şer dê bi hinceta ku dewleta Tirk soza xwe ji bo tunekirina komên cihadîst pêk neaniye, rû bide.”

‘OPERASYONEK LEŞKERÎ YA RÛSYAYÊ BER BI DERIYÊ BAB EL-HEWA VE’

El-Hafiz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herkes hişyar be, Rûsya çima Bab El-Hewa ya ku Heyet Tehrîr El-Şam kontrol dike, ji bo derbaskirina alîkariyan diyar kir! Ew dixwaze operasyonek leşkerî ber wê herêmê ve bide destpêkirin. Dê Rûsya qebûl neke ku alîkariyên mirovî di herêmekê û deriyekê re ku di bin kontrola rêxistineke ku di lîsteyên terorê yên navdewletî de ye, derbas bibin. Moskova û Şam hewl didin rêya navdewletî ya Heleb-Lazîqiye kontrol bikin. Her wiha bigihêjin deriyê Bab El-Hewa. Rûsya têgihiştiye ku li bermaberî vê yekê dê dewleta Tirk li Sûriyê yan jî li derveyî wê razî bike. Ruxmî wê jî bidawîbûna lihevkirinan dê di pêvajoya bê de xwe ferz bike.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din