Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên mamosteyan

Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê mamoste ji ber kêmbûna mûçeyan û derengketinê xwepêşandan li dar xistin.

Li Herêma Kurdistanê  sala nû ya perwerdeyê destpê kir. Lê mamosteyên Parêzgeha Silêmaniyê, Helebce, Germiyan û Raperin ji ber kêmkirina mûçeyan û derengketinê boykot kirin û xwepêşandan li dar xistin.

Di xwepêşandan de mamoste û karmend daxwaza mafên xwe kirin, xwestin ku mûçeyên wan bêyî ku were kêmkirin û derengxistin were dayîn.

Her wiha mamosteyan xwestin biryara perwerdedayînê ya bi rêya "Onlin" were betalkirin û gafa domandina xwepêşandinê kirin ku heke hikumet mûçeyên wan temam nede.


Mijarên Din