Li gelek herêmên Sûriyê bombebaran: 47 kes hatin kuştin

Di roja 71’an a şer de 47 kes li herêmên qaşo bêçek hatin kuştin. Li rexê jî bombebaranên rejîma Sûriyê yên bi bermîlên teqemeniyê li gelek herêmên bejahiyên Laziqiye, Hema û Idlibê û di nava şerên dijwar ên bi çeteyan re ku piştevaniya xwe ji dagirkeriya Tirkiyê werdigirin, berdewam in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku rejîma Sûriyê bermîlên teqemeniyê avêtin gelek deverên li gundê Sermaniyê yê li Sehil El-Xab û derdora Kebane ya li Çiyayê El-Ekrad ê li bejahiya bakurê Laziqiyê.

Li aliyekî dîtir jî hêzên rejîmê herêmên Til Milih, Cibîn, Hemamiyat, Merik ên bakurê rojavayê Hemayê, derdora Qesabiyê ya li bajahiya başûrê Idlibê, deverên li Ketîbeya El-Mehcore, gundên Reyan, Şêx Idrîs, Becas ên li rojahilatê Idlibê û gundên Zimar û Cezraya yên li bejahiyên başûrê Hemayê, bi roketan topbaran kirin. Di encama topbarana rejîmê ya li ser bajarê Cisir El-Şixur de jinek birîndar bû.

Di roja 71’an a şerê dijwar de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê 47 kuştî li herêmên qaşo bêçek belge kirin. Ji wan jî 23 kes ji hêzên rejîmê ne ku di êrîşên li hember komên çete yên li derdorên Çiyayê Tirkmen ê li bajahiya bakurê rojhilatê Laziqiyê de hatin kuştin û 16 jî çete di bombebaranên hewayî yên li heman deverê de hatin kuştin.

Di encama topbarana komên çete ya li derdora gundê Corîn ê ku di bin serweriya rejîmê de li bakurê rojavayê Hemayê, 5 sivîl ji gundê Dêr Şerqî û Meiret El-Nuiman û 3 kesên din jî ji malbatekê hatin kuştin.

Li gorî navendê, balafirên rejîma Sûriyê 80 bombebaran ji danê sibê ve li herêmên li derdora Temania, Xan Şêxon, Terî, Kefir Betîx, balafirgeha Tiftenaz a leşkerî, Şêx Mistefa, Kefir Sicne, derdora Dêr Şerq, Cibala, Meir Zîta, Hibêt, Qiyasat, Besneqûl ê bejahiya Idlibê, bajarokê Kefit Heleb, Bewabiyê yê li bejahiya başûrê rojavayê Helebê, Kefir Zîta, Letamine, derdora Morik ê bakurê Hemayê di nava şerê dijwar li gel çeteyên ku piştevaniya xwe ji Tirkiyê werdigirin de, barandin.

Ji aliyekî din ve jî balafirên Rûsyayê ji vê sibehê ve bi 20 derbeyan herêmên Xan Şêxun, Kefir Eyn, Cibala, Meir Zîta, Rikaya, Sicne yên başûrê Idlibê, Cibîn, Erbeîn û Kefir Zîta yên bejahiyên bakurê Hemayê û bakurê rojavayê wê bombebaran kirin.

(fr)


Mijarên Din