Li gelek navendên kantona Qamişlo ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Çil Axa, Tirbespiyê, Amûdê û Dêrikê ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Piştî bealvbûna agahiyên şewata li gireva Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa Rêber Ocalan kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan meşek hate lidarxistin.

Meş ji qada Şehîd Xebat a navedana bajarê dest pê kir. Di meşê de wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenad bajêr veguherî mîtîngê. Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso axivî û anî ziman ku agahiyên der barê şewata li girava Îmraliyê de cihê fikran e.

Eyşe Hiso got: "Ji baweriya me ku rêbertî jiyana azad e. Divê em amade bin, li ser lingan bin û li qadan bin û li hemberî komployan mertal bin."

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Ocalan bi dawî bû. Li qada Şehîd Xebat çalakî berdewam e.

ÇIL AXA

Li navçeya Çil Axa jî bi heman armancê bi sedan kes daketin qadan û piştgiriya xwe bi Ocalan re anîn ziman.

Meş li kolanên sereke yên navçeyê geriyan. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komplo û tecîrda li ser Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda bajêr çalakî hate kirin. Endamê Meclisa PYD‘ê Abdulselam Ebas axivî û banga mezinkirina têkoşînê ta naskirina rewşa tenduristî ya Ocalan kir.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek ji ber navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeyê destpê kir.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kiribûn û li sûka navendî ya navçeyê geriya û li  çarxerêya Azad veguherî mîtîngê. Meşvanan fikarên xwe der barê rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan anîn ziman.

DÊRIK

Bi sedanê şêniyên bajarê Dêrikê, gundên Berav û Koçerat li qada Şehîdan kom bûn. Şêniyêan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û al û sembolên Kurdî hilda bûn.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin qîrkirin. Meş li kolanên bajêr geriya û li qada Şehîd Beyrem rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyek rêz hate girtin. Bi navê Kongreya Star Hediya Abdullah got: "Şewata li gireva Îmraliyê ne tesaduf e, lê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Araman jê îradeya gelê Kurd bişkîne yê ku ramanê Ocalan esas ji xwe re girtiye."

Hediya destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî berdewam e û got, çalakî berdewam e heta rewşa tenduristî ya rêbertiyê were eşkerekirin. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa Ocalan eşkere bike.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navaçeya Amûdê meşek li dar xistin û xwestin rewşa Ocalan were eşkerekirin.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Meş ji qada Şehîd Cîhad ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Divê rewşa Ocalan dimildest rewşa Ocalan were eşkerekirin" û "Hilweşe faşîzm"  hatin qîrkirin.

Meş li qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê axivî, banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kir û got: "Em ranawestin, em ê bi şev û bi roj çalakiyan lidar bixin ta rewşa Ocalan nas bikin. Ev kiryar ji aliyê dewleta Tirk ve tiştekî ne nû ye. Rêber Ocalan roja me ye, tu kes nikara roja me tarî bike. Em bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin."

Rêveberê Têkiliyên Giştî yê PYD‘ê Xelîl Hesn diyar kir ku "Bila cîhan zanibe ku azadiya Ocalan karê me ye yekem e, em ê li qadan bin heta rêbertî azad bibe. Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku bi lez destwerdanê bike û gelê birîndar rehet bike û rewşa Ocalan ragihîne."

ANHA


Mijarên Din