Li gelek parêzgehên Yemenê êrîş û şer

Di navbera hêzên Hûsî û artêşa Yemenê de li gelek parêzgehên wekî Seda, Dalêh û Covê şer û êrîş rû dan û gelek kuştî ji her du aliyan hene.

Hêzên Ensarullah Hûsî ragihand ku êrîşeke hewayî bi rêya firokeyeke bêpîlot bir ser kombûneke artêşa Erebistana Siûdî ya li başûrê rojavayê Esîr a Erebistana Siûdiyê.

Li gorî ku El-Mesîra Net li ser zimanê berdevkê hêzên Hûsî ragihandiye ku hûsiyan êrîşeke bi firokeyeke bêpîlot (K2) bir ser kombûneke artêşa Erebistana Siûdî ya li başûrê rojavayê Erebistana Siûdî.

Li aliyekî din jî hêzên artêşa Yemenê bi hevkariya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî êrîşa hêzên Hûsî ya li dijî bajarê Sefra ya Seda, bê bandor kiriye.

Li gorî ku serbazê tûgaya El-Kewasêr ji ajansa Seba ya Yemenê re ragihandiye ku artêşa Yemenê êrîşa hêzên Hûsî ya li Cebheya Rizmata ya midûriyeta Sefrayê ya li parêzgeha Sedayê têk bir û gelek endamên Ensarullahê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Dalêh jî çavkaniyên herêmî ji Sky Newsê re raber kir ku di kemîna ku artêşa Yemenê li herêma Qerdeh a bakurê midûriyeta Qehtebe ya bakurê parêzgehê vegirtiye û bêbandorkirina êrîşa li Cebheya El-Ebarî (Hibêl Mişeyh) rojavayê midûriyeta Qehtebe, gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Têkildarî mijarê, artêşa Yemenê ragihand ku di pevçûneke dijwar a ku di navbera wan û hêzên Hûsî de li parêzgeha Cov a bi ser sînorê Erebistana Siûdiyê ve rû daye de, 15 kuştî ji hêzên Hûsî çêbûne.

Li gorî serokê çalakiyan ê Tûgaya 122’an a leşkerên bejahiyê ya artêşa Yemenê serbaz Mihemed Dirhem raber kiriye: "Komek ji endamên Hûsiyan hewl da bi dizî bikevin nuqteyên artêşa Yemenê yên li eniya Ham a midûriyeta El-Meton a rojavayê Covê. Hewldana Hûsiyan hat bêbandorkirin û di encamê de 15 kuştî û gelek birîndar çêbûne."

Ji aliyê xwe ve El-Mesîra Net li ser zimanê hêzên Ensarullah da zanîn ku hêzên Hûsî êrîşek bir ser nuqteyên artêşa Yemenê li eniya Ham a midûriyeta El-Meton a parêzgeha Cov a Yemenê.

Hêzên Hûsî roketa ji çêkirina herêmî cureya erdhej 1 bi dûravêj 3 km ber bi kombûnên artêşa Yemenê de avêtine û di encamê de 5 endamê artêşê mirin û 15’ên dîtir jî birîndar bûn û tankek bi roketa otomatîk jî hate rûxandin.

Duh sibehê û bi çavdêriya navdewletî hêzên Hûsî yên bi piştevaniya Îranê ji peravên Hudeyda, Reis Îsa û Silêfê ber bi peravên rojavayê Yemenê ve vekişiyan.

(fr)


Mijarên Din