Li Germiyanê êrîşa çeteyên DAIŞ`ê, mirî û birîndar hene  

Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Kuleco yê herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê kirin. Piştre jî êrîşî gund kirin. Ji ber êrîşê 3 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Berpirsyarekî Asayîşa Germiyanê ragihand, çeteyên DAIŞ'ê doh bi şev li gundê Kuleco yê bajarokê Kokisê êrîşî nuqteyeke Asayîşê kirin. Di encama êrîşê de 3 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Çeteyan piştî êrîşê jî, gundê Kuleco topbaran kirin.

Di vê êrîşê de jî 2 gundî ku yek ji wan jin e, birîndar bûn. Birîndaran veguhestin Neweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê.


Mijarên Din