Li Gever û Xakûrkê çalakiyên gerîla: 6 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Gever û Xakûrkê lidar xistin de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayîtek jî hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine.

HPG’ê li ser çalakiyên hatin kirin ev agahî parve kirin:

 “25ê Hezîranê hêzên me saet 16:00’an li dijî artêşa TC’ê ya li ser rêya li devera Dola Heyderan a navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke ya sabotajê kirin. Wesayîteke ya dagirkeran a li ser rê di nava tevgerê de bû b û hedefa hêzên me û bi xurtî li wesayîtê hate dayîn û wesayît hate rûxandin. 4 leşkerên di nava wesayîtê de hatin cezakirin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirin, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li qadê dest bi operasyonekê kirin. 26’ê Hezîranê dagirkeran li boxeza Çeta leşker danî û operasyon berfireh kir. Operasyona hê jî didome, dagireker bi balafirên şer qadê bombe dikin. Di pêvajoya operasyonê de hevrêyê me Brûsk Botan şehdî ketiye. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe bi raya giştî re parve bikin.

27ê Hezîranê saet 19:30’î hêzên me li leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Sefqan ê devera Ermûş a girêdayî Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin hedef. Di vê çalakiya de ku çeperek dagirkeran bi xurtî hate lêdan, 2 leşeker hatin cezakirin.

29ê Hezîranê (îro) saet 01:30’î hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkan ê girêdayî Xakûrkê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya li çeper û sitargehên dijmin hatin xistin de hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê derdorîa Girê Şehîd Derwêş û gundê Lêlîkanê bombe kirin.”

HPG’ê li ser çalakiyên din jî ev agahî da:

JI ESMANA Û BEJAHIYÊ VE ÊRÎŞ

 “28ê Hezîranê artêşa TC’ê gundê Minînê ya herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan bombe kirin. Di encama topbaranê de agir bi malên gundiyan ketine.

Me di daxuyaniya xwe ya 28’ê Hezîranê de ragihandin bû ku 25’ê Hezîranê di şerê li devera Şeşdara de hevrêya me Arîn Engîzek şehîd bûye bi raya tiştî re parvekirib. Hevrêya me şehîd nebûye, bi sax û silametî gihiştiye yekîneya xwe.

28ê Hezîranê saet 12:30’î balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker dever Çemço ya Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ziyan bi hevrêyên me negihiştiye.

Heman rojê saet 13:00’î artêşa TC’ê bi obus û hewanan Dola Reşme ya herêma Zapê li gel Kaniya Şehîd Bêrîtan devera Mahîr Mîrzo bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê şewata derketî hê jî dewam e.”


Mijarên Din