Li Girê Spî 5 zarok birîndar bûn!

Li herêma Kenterî ya kantona Girê Spî guleyeke doçka ya ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bi 5 zarokan ve teqiya û zarok birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewelkariya Hundirîn a kantona Girê Spî ragihand “Di 15’ê Nîsanê, di seatên piştî nîvro de guleyeke doçka 23, bi 5 zarokan ve teqiya. Piştî bûyerê tîmên awarte, destwerdana lezgîn û ewlehiya rêyan dimildest çûn cihê teqînê û zarok rakirin nexweşxaneyê."

Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê rewşa hin zarokan giran e.

ANHA


Mijarên Din