Li Girê Spî çalakiyên mertalên zindî bidawî bûn

Li dijî gefên dewleta Tirk hevserokê Meclisa Girê Spî di roja dawîn a çalakiya mertalên zindî ya li kantonê de got dê çalakiyên wan bi rêbazên cuda dewam bikin.

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên kantona Girê Spî ji 18`ê Tîrmehê ve konê çalakiyên mertalên zindî li taxa Minbetih a beramberî sînorê Sûriye û Tirkiyê vegirtiye. Çalakiya mertalên zindî derbasî roja 40`an bû û tê zanîn ku îro roja dawî ye.

Di roja 40`emîn û ya dawî de, bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî amade bûn. Rêveberiya Girê Spî di bin konê çalakiyê de got, çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi rêbazên cuda dê dewam bikin.

Hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hêvî Îsmaîl û Hemîd El-Abid spasiya hemû kes, sazî, hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn, kir. Hemîd El-Abid got: "Em xwediyê vê xakê ne, em azadîxwaz û aştîxwaz in, Tirkiye angaşt dike ku dê parastina ewlehî û aramiya sînorê xwe bike, lê di bigeha xwe de herêmên me aram in."

Hemîd El-Abid bang li penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê dijîn kir ku li xak û welatê xwe vegerin, her wiha hêviya parastina xakê ji penaberan kir. El-Abid bang li gelê Tirkiyê kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê bisekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke gel azadîxwaz be, ne pêkan e ku li dijî bindestiyê dernekeve."

El-Abid di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku Meclisa Kantona Girê Spî dê bi hemû rêbazan li dijî dagirkeriyê çalakiyên xwe berdwam bike.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvî Îsmal jî axivî û spasiya hemû jinên beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn, kir.

Çalakiya mertalên zindî di roja 40`an de bi sloganên "Bijî yekîtiya gelan” û “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" bi dawî bû.

 (eh)

ANHA

 


Mijarên Din