Li Girê Spî çete malbatên xwe li malên kurdan bi cih dikin

Artêşa Tirk û çeteyên wê malbatên çeteyan li malên kurdên li bajarê Girê Spî bi cih dikin.

Çavkaniyên herêmî ji hundirê bajarê Girê Spî ji ajansa me diyar kirin, artêşa Tirk û çeteyên wê El-Nusra û DAIŞ malbatên çeteyan li malên kurdan ên hundirê bajêr bi cih dikin û mal û milkên wan desteser dikin.

Di heman demê de çavkaniyan diyar kirin, ku hin kolan niştecihên wê bi temamî Kurd in û çete û malbatên xwe ketine wan malan, di gel ku têketin û derketinên bajêr girtine, tenê têketinek hiştine û çeteyan da ku şênî negihêjin malên xwe bendên kontrolê danîne.

Çavkaniyan diyar kirin, li bajêr xof û tirsek mezin heye, di heman demê şênî ditirsin ku çete mal û milkên wan desteser bikin û wan ji malên wan derxînin. Çavkaniyên hundirîn ên bajarê Girê Spî diyar kirin, ku li hundirê bajêr rewşên dizî û wêrankirina mal û milkan zêde ne.

(eh)


Mijarên Din