Li Girê Spî ji bo geşedanên dawîn civîn hatin lidarxistin

Meclisa kantona Girê Spî îro girêdayî geşedanên dawî li herêmê û awayên girtina tedbîran 10 civîn li bajarokê El-Şirke û gundên girêdayî navçeya Silûkê li dar xistin.

10 civîn li El-Şirke, Ebwe, Kenetrî, Hiba, Fewar, Tifaha, Mixêrat, Recem, Im Hecere û Tobiye bi tevklibûna bi sedan şêniyan li dar ketin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kirin. Di wan civînan de hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivî û got Tirkiyê îro hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Îdia dike ku ew herêma ewle û korîdora aştiyê ava dike û niha hêz û çekên xwe yên giran li ser sînor kom dike.

El-Ebid wiha domand: "Destê me ji bo diyalogê dirêjkirî ye. Ti pirsgirêka me bi kesekî re tune ye, lê em guhertina demografiya herêmê, parçekirina Sûriyê û mudexeleya dewletên cîran di herêmên me de qebûl nakin. Şêniyên herêmê xwe bi xwe ji tevahiya aliyan ve bi rêve dibin, çi ji aliyê leşkerî  yan jî xedemî yan jî aborî. Parastina wê erka me ye."

Her wiha El-Ebid ev tişt diyar kir: "Divê tevahiya pêkhateyên herêmê yekitiya xwe ava bikin û tedbîrên pêwîst ji fîtneyên ku Tirkiyê bi rêya şerê taybet belav dike bigirin." Di dawiyê de bang li tevahiya sûriyan kir ku vegerin warên xwe ji ber ku li herêmê tevahiya hîmên jiyanê hene.

Civîn bi pirs û nîqaşên beşdarên civînan bi dawî bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din