Li Girê Spî madeyên demborî hatin desteserkirin

Komîteya Zemhêr û Zabite ya çavdêriya buhayan a Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî miqdarek madeyên demborî desteser kirin û tune kirin.

Komîteya Zemhêr û Zabite ya çavdêriya buhayan a Şaredariya Gel a Girê Spî di çarçoveya gerên xwe de ji bo çavdêriya buhayan û kontrolkirina sûkan de miqdarek madeyên demborî di dikanekê  de dîtin û tune kirin.

Zabite ya çavdêriya buhayan xwediyê dikanê bi 240 hezar lîreyên Sûriyê muxelefe kir. Miqdara madeyên ku hatiye avêtin bi 115 hezar lîreyên Sûriyê hate texmînkirin.

Endama rêveber a komîteyê Bêrîvan Salih got: "Xwediyê dikanê li gorî qanûna zabite ya çavdêriya buhayan bi duqatî buhaya  wan madeyan hate muxelefekirin."

Bêrîvan destnîşan kir ku wan 15 roj ji xwediyê dikanê re diyar kirine da serldanê li komîteyê bikin  got, ew ê gerên xwe bi armanca parastina tenduristiya giştî didomînin.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din