Li Girê Spî mayîn teqiya: Kesek mir û 4 jî birîndar bûn

Li bajarê Girê Spî di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de kesek mir û 4 birîndar bûn.

Mayîn li aliyê rojhilatê bajarê Girê Spî saet 16:15‘an de teqiya. Di encamê de kesek mir û 4 jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê teqînê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Tê gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.
ANHA


Mijarên Din