Li Girê Spî pêşbirka xwendekaran

Li dibistanên bajarê Girê Spî ji bo pêşvebirin û piştgiriya behreyên xwendekaran, pêşbirka bi navê "Serkêşên Zanistê" hate lidarxistin.

Rêveberiya dibistanên bajarê Girê Spî pêşbirka "Serkêşên Zanistê" li dar xist. Pêşbirk li ser bingeha derbaskirina hejmarek ji xwendekarên serkeftî ji hemû dibistanan ji testekê re tê birêvebirin da ku karînên xwendekaran bi pêş ve bibin, asta çandî bilind bikin û rihê xebata kollektîf di nav xwendekar û dibistanan de ava bikin.

Xwendekarên ku beşdarî pêşbirkê bûne, derbasî testên çandî û zanistî bûn ku ji madeyên qonaxên xwendinê, agahiyên giştî û mijarên hunerî wekî wênesazî, nivîs û endezyarî pêk tên.

Li ser vî esasî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Girê Spî xwendekarên serkeftî ji dibistanên bajêr ên qonaxa seretayî hildibijêre û testên girêdayî madeya ku xwendekar tê de serkeftî ne, çêdikin. Madeyên ku  xwendekar der barê wan de testan derbas dikin, ev in; zimanên erebî û kurdî, nivîs bi hemû cureyên xwe, wênesazî, matematîk û rewanbêjî.

Duh di seatên sibê de, bi beşdariya hejmarek ji xwendekaran û bi serpereştiya kadroyên perwerdeyê yên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, her wiha şandeyek ji Meclisa Kantona Girê Spî, li pey hev test ji xwendekarên Dibistana Selah El-Dîn El-Sebax re çêkirin.

Têkildarî mijarê serpereştê rêvebirina dibistanan Mihemed Mehmûd Xelef wiha got: "Pêşbirka serkêşan niha tenê girêdayî dibistanên navçeya Girê Spî ye û serkêşên ku beşdarî pêşbirkê bûne, ji xwendekarên refa 5`an in û dê testên di madeya matematîkê der derbas bikin. Her wiha xwendekarên refa 4`an dê testên ziman derbas bikin."

Xelef wiha li axaftina xwe zêde kir: “Testên ku tên çêkirin ji her du xwendekarên ji pêkhateyên Ereb û Kurd re ne, her yek ji van xwendekaran li gorî zimanê xwe yê dayikê derbasî testan dibe.”

Der barê awayê testan de Xelef wiha rave kir: "Ji her dibistanekê 3 xwendekarên serkeftî tên hilbijartin da ku  her xwendekarek nûnertiya dibistana xwe bike û bi vî awayî dê rikeberî di navbera dibistanan de çêbe û pê re jî dibistana serkeftî tê diyarkirin."

Tê payîn ku li navçeyên din ên kantona Girê Spî pêşbirkên wiha piştî ragihandina serencamên serkêşên heyî li navenda navçeyê werin pêkanîn. Her wiha piştî sererastkirina pelên pirsan ên testan, dê serencamên dawîn ji pêşbirkê re werin ragihandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din