NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê şer rû dide

Li Girê Spî şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî merasîma bîranîna şehîdên meha Tîrmehê organîz kir. Her wiha serdana gorên şehîdan hat kirin û find li ser goran hatin pêxistin.

Di merasîma bîranîna şehîdên meha Tîrmehê de bi sedan şêniyên bajarê Girê Spî, malbatên şehîdan, endamên desteyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen El-Moşî tevahî şehîdên ku canê xwe ji bo rûmet û azadiya gelan feda kirine, bi bîr anîn. El-Moşî îşaret pê kir ku pêwîstî bi wefadarî û parastina destkeftiyên ku pêk hatine heye û got: “Divê xaka ku bi xwîna van şehîdan hatiye rizgarkirin, bê parastin.”

Di dawiyê de şêniyan find li ser gorên şehîdan pêxistin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din