Li Girê Spî, xebata serjimarkirina dewlemendî û şêniyan

Buroya serjimarî ya girêdayî Rêveberiya Xweser a kantona Girê Spî bûye çend meh in serjimariya şênî û tevahî dewlemendiya herêmê da ku serjimariya tekez a girêdayî herêmê deyne, dike.

Buroya Serjimarî ji destpêka meha adarê de xebata serjimariyê dike. Ji ber wê jî 4 kom ava kirin û li navçe û bajarokên kantona Girê Spî belav kir da ku serjimariya şênî û dewlemendiyên herêmê yên heyî bike.

Buroyê xebata xwe ji navçeya Eyn Îsa û bajarokê wê ve û piştre bajarokê Hemam ê Tirkmen ya girêdayî navçeya Silok û bajarokê Cirn destpê kir.

Ta niha buroyê 170 hezar ku ji 11 hezar malbat in û hezar 107 rewşên astengdariyê, qeyd kirine.

Li rexê jî hezar û 16 jinên jinebî û 140 jî jinên hatine berdan qeyd kirine û hê jî serjimarkirina didome.

Di vê çarçoveyê de gerînendeyê Buroya Serjimariyê Ehmed Kirdo got: "Projeya serjimarkirinê di demeke guncaw de hat ku pirbûna şêniyên kantonê, rewşên jiyana wan û derfetên malbatî, binasin."

Kirdo got: "Her tiştî qeyd dikin, hejmara şênî, sewal, hejmara gund û malbetan û ji wê jî zêdetir her malbatek çi alav û darên biberhem li gelê hene jî tên qeydkirin."

Gerînendeyê Buroya Serjimariyê kifş kir ku xebata wan dê di 2 mehên pêş de piştî tevahî kanton hate qeydkirin, biqede.

Xebatên serjimarkirinê mîna wê jî li kantonên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Ev xebat jî der barê diyarkirina serjimarkirina tekez a girêdayî hejmara şêniyên herêmê û dewlemendiyên heyî de ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din