Li Girkê Legê 102 kes ketin greva birçîbûnê

Li navçeya Girkê Legê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê, 102 kes ketin greva birçîbûnê.

QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê ku bi pêşengtiya hevseroka KCD û Parlamantera HDP‘ê Leyla Guven destpê kir 102 kes ketin greva biçîbûnê.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Kongreya Star ve bi dirûşmeya `Bi giyana Girtîgehan em ê tecrîdê bişkînin`, destpê kir û dê 3 rojan bidome.

Konê çalakiyê li Navenda Hêzên Parastina Civakî hate vedan. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi serdana şêniyan ji navçeya Girkê Legî, bajarokê Rimêlan, endamên û rayedarên saziyên civaka sivîl destpê kir.

Di çalakiyên roja yekemîn de axaftin ji hêla mêvanan ve endamên saziyên civaka sivîl, meclisên gel û komînan ve hatin kirin.

Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven û tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê hata silavkirin û hate gotin ku çalakiyên wan berdewam in ta azadiya Ocalan.

Çalakiyên roja yekemîn a greva birçîbûnê vi êvarê bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û tevahiya çalakgeran bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din