Li Girkê Legê di xwaringehekê de şewat: Kesek birîndar bû

Li navçeya Girkê Legê di encama teqîna tûpeyeke gazê di xwaringehê de şewat çêbû û ciwanek birîndar bû.

Li navenda Girkê Legê piştî nîvro, tûpeyekê gazê li xwaringehekê teqiya. Di encamê de agir bi xwaringehê ket, karkerek wê birîndar bû û ziyaynên madî mezin çêbûn.

Salih Hemûd yek ji kesên ku di xwaringehê de dixebitiyêye, diyar kir ku tûpeya gazê nêzî firina xwaringehê bû. Ji ber wê teqiya û agirek mezin çêbû hemû tiştên xwaringehê şewitîn.

Piştî bûyerê tîmên agirkujiyê bilez xwe gihandin cihê bûyerê da ku agir vemirîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din