Li gorî mercên topbaranê xwe birêxistin dikin

Şêniyên gundên Şêrawayê yên nêzî herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, jiyana xwe li gorî mercên topbaranê organize dikin. Şênî tekez dikin ku ew terka malên xwe nakin

Gundên Binê, Soxinekê, Birc Qas, Kalûte, Meyase, Zirniîte, Başemra û Gundê Mezin ên girêdayî Şehbayê rastî topbarana dagirkeriya Tirk tên. Di encamê de zirarên madî û sivîl jî çêbûn. Şênî ji ber êrîşên dewleta dagirker nikarin biçin nav zeviyên xwe yan jî hilberînê biçînin.

Şêniyên wan gundan li gorî rewşên ku tê re derbas dibin xwe organize dikin û tekez dikin ku berxwedan berdewam e.

Şêniyê bi navê Mihemed Xubarî ji şêniyên gundê Bênê got: "Ev zêdetirî salekê ye gundê me rastî topbaranê tê. Lê dîsa jî em dest ji mal û gundê xwe bernadin. Di destpêka Şoreşa Rojava de em li hember çeteyan bi keviran sekinîn û me dest ji xaka xwe berneda."

Şêniya bi navê Xedîce Xubarî ya ji gundê Bênê got: "Em şêniyên gund ên resen in. Çendîn rewş dijwar bibe em dest ji gundê xwe bernadin. Em dizanin çawa xwe biparêzin."

Qûta şêniyan bûye hedefa dagirkeriyê

Şêniyê bi navê Îmad Mihemed ê ji gundê Soxinekê jî got: "Hilberîn û darên me şewitandin. Dem demê gund topbaran dikin. Dagirkeriya Tirk qûta jiyana me dike hedef û em nikarin bighêjin zeviyên xwe."

Mihemed bi bîr xist ku mala wî dikeve aliyê rojhilatê gund û topek di nav baxçeya wî de ket, lê ne teqiya. Mihemed wiha got: “Eger top biteqiya hevser û zarokê min dê jiyana xwe ji dest bidana. Lê dîsa jî ew nabe sedem ku em ji gundê derkevin."

Di dawiyê de Mihemed got: "Dema topbaranê em xwe dispêrin şikeftan. Berxwedana me ji her tiştekî din bi hêztir e."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din