'Li gorî qanûna navneteweyî nabe Tirkiye Çîçek Kobanê darizîne'

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê diyar kir ku dadgehkirina dewleta Tirk a dîlgirtiya Çîçek Kobanê binpêkirina qanûna navneteweyî ye û destnîşan kir ku dadgeha dewleta Tirk nabe wê darizîne.

Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) di 21’ê Cotmeha 2019’an piştî birîndariya wê, bi destê çeteyên atêşa Tirk a dagirker dîl hat girtin. Çîçek Kobanê li gundê Mişêrfa ya navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de dîl hate girtin û çeteyan ew radestî dewleta Tirk kir.

Rûniştina yekê ya darizandina Çîçek Kobanê li dadgeha cezayê ya 5’an a li bajarê Ruha ya Bakurê Kurdistanê di vê Hezîranê de li dar ket. Çîçek Kobanê di îfadeya xwe de got ew bi vîna xwe tev li YPJ’ê bû û çek bi kar neanî. Lê beşdarî çalakiyên alîkariya mirovî bûye.

Lê rûniştina duyem di 28’ê Tîrmehê de li dar ket, her wiha di rûniştina sêyem de serdozgeriya giştî ya desthilatên AKP-MHP’ê ji dadgeha cezayan a bilind xwest ku cezayê muebed li ser Çîçek ferz bikin, dadgehê jî xwesta serdozger qebûl kir. Lê parêzerên Çîçek Kobanê red kir û daxwaza jinûve darizandinê kir.

 ‘QANÛN Û MÎSAQÊN NAVNETEWEYÎ ÇAWANIYA DANÛSTANDINA BI DÎLGIRTIYÊN ŞERAN RE DIYAR DIKE’

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm der barê mijarê de wiha got: "Destpêkê divê em li ser danûstandina çekdarên girêdayî dewleta Tirk biaxivin. Me dît ku çawa çeteyan li dijî Çîçek Kobanê bi rêya dîmenan sûc kirin. Ev jî disepîne ku mafên dîlgirtiyan tên binpêkirin."

Xedîce Îbrahîm wiha got: "Darizandina dewleta Tirk a Çîçek Kobanê binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî û nîştimanî ye. Ji ber ew welatiyeke bi cinsiyeta Sûriyê ye û nabe ku dewleteke din wê bidarizîne. Di dema ku parastina xwe û welatê xwe li dijî dagirkeran dikir de, ew li ser xaka Sûriyê dîl hat girtin. Ji lew re nabe ku dadgeha dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî Çîçek Kobanê darizîne."

Xedîce Îbrahîm wiha doamand: "Hin qanûn û mîsaqên navneteweyî hene ku tê de diyar dibe ku çawa bi dîlgirtiyên şeran û darizandina wan re li dadgehên taybet bidin û bistînin. Dewleta Tirk vê yekê binpê dike û berpirsê tevahî sûcên çeteyan e."

Xedîce Îbrahîm di dawiyê de got ew ê parastina jin û mafên wan çi li Sûriyê çi jî li derveyî wê bikin. Ew jî heta mafên wê di destûra Sûriyê ya pêşerojê de tê sepandin. Her wiha dê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya jinan bidomînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din