Li gundê Bab Xêr şer dewam dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra ku îro vê sibê bi çekên giran êrişî gundê Bab Xêr a girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê kiribû û QSD`ê bersiv dabû, şer dewam dike.

Îro vê sibê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra bi çekên giran êrişî gundê Bab Xêr a girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê kiribû.

Şervanên QSD û hêzên rejîma Sûriyê bersiva êrişan dabû û şerekî giran li herêmê rû dabû.

Heta vê kêliyê şer dewam dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din