Li gundê Ebû Hemam teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Beriya niha bi çend kêliyan li gundê Ebû Hemam ê bejahiya rojhilatê Dêrazorê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl birîndar bûn.

Li gundê Ebû Hemam ê girêdayî bajarokê Hecîn ê bejahiya rojhilatê Dêrazorê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl, di nav de jin, birîndar bûn.

Nûçegihanê me ragihand ku motorsîklêta bombebarkirî li kêleka dikaneke nêzî sûka pez hatibû bicihkirin û sivîl kiribûn hedef.

Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê û rewşa birîndarekî giran e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din