Li gundewarê Dêrazorê 3 xwepêşandêr bi guleyên hezên rejîmê birîndar bûn

Xelkê gundewarê rojavayê Dêrazorê bi xwepêşandekî bang li rejîma Sûriyê kirin ku koçberan vegerînînin gundên wan. Hêzên rejîma Sûriyê bê serûber gule li xwepêşandarên  reşandin. Di encamê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Li gorî nûçegihanê me xelkên herêma Salihiya ya gundewarê rojavayê Dêraozrê ku di bin serweriya hêzên rejîmê de ye derketin xwepêşandanan û bang li rejîmê kirin ji gundên wan vekişin da ku li gundên xwe vegerin.

Xwepêşandêran daxuyaniyek xwendin di daxuyaniyê de hate gotin:

"Em Kombûna nûnerên herêmên (Salihiyê, Merad, Mezlûm, Xişam û Talibiyê) ji eşîrên Ereb ên resen bang li şêniyên wan herêman ên ku ji mal û milkên wan hatine derxistin, bila beşdarî xwepêşandinan ku roja înê 20/9/2019 bibin. Xwepêşandan ji sûka pezan a gundê Şehbat û ji sûka Ezbê dest pê dike. Her du meş dê li deriyê Salihiyê bibe yek.  Meşa aştiyane bi armanca ku herêmên li şêniyên wê yên resen werin vegerandin dê were, her wiha ji bo bersivîdayîna meşên ku milîs bi armanca rewakirina hebûna xwe li herêmê li dar xistin. em di vê kombûnê de û ji ber vê yekê bang li gelê xwe li wan herêman dikin ku kom bibin."

Nûçegihanê me li Dêrazorê destnîşan kir ku xwepêşandêr sivîl bûn, tevî wê yekê hêzên rejîmê bi awayekî raste rast gule li wan reşandin, di encamê de 3 ciwan bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên nêzik.

(jo)

ANHA


Mijarên Din