Li gundewarê Dêrazorê 8 çete hatin girtin

Di çalakiyeke Hêzên Taybet ên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê ku ji 8 çeteyan pêk dihat, hatin girtin.

Hêzên Taybet ên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê îro di saetên destpêkê yên sibehê de li gundên Zîban, Şihêl û Bisêra yên rojhlatê Dêrazorê çalakiyeke bi bandor li dijî şaneyeke veşartî ya DAIŞ‘ê pêk anîn. Di çalakiyê de 8 çete hatin girtin û rêjeyek çek û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin.

Çavkaniyên pê bawer diyar kirin ji alavên hatin desteserkirin rext, teqemenî, çekên suqastê û belgeyên hevkariya wan bi DAIŞ‘ê re îsbat dike hebûn.

ANHA


Mijarên Din