Li gundewarê Dêrazorê agir bi malekê ket

Îro li gundê Mihêmîde yê ku dikeve rojavayê gundewarê Dêrazorê agir bi malekê ket.

Şêniyên gundê Mihêmîde yê rojava  agirê ku bi malekî gund ketibû vemirand. Agir ji ber kontaka kehrebeyê çêbû. Di encamê de zirarên madî gihaştin mal beyî ku kesek tiştek bibe.

Şêniyê bi navê Hisên Salih El-Fethî diyar kir ku sedema şewatê kontaka kehrebeyê di odeyekê de bû û anî ziman ku tevî tiştên malê hindek amûrên tenduristiyê yên biha şewitî girêdayî dermankirina nexweşiyên hundirîn, kurçik û dil bûn. El-Fethî ji bo vekirina kilînkê birayê xwe yê doxtor ev alav anîne.

El-Fethî bang li rêxistinên xêrxwaziyê kir ku hindek pêdiviyên wan ên ku şewitîne peyda bikin û ew niha bi hewcedariya alîkariyê ne.

 (şx)

ANHA 


Mijarên Din