Li gundewarê Dêrazorê avakirina komînan jinan didome

Li herêma Zixêr a gundewarê Dêrazorê 5 komînên jinan hatin avakirin.

Rêveberiya Jin a Dêrazorê avakirina komînên jinan li gundewarên Dêrazorê yên nû ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin didomîne. Rêveberiyê di rojên dawî de 4 komîn ava kiribûn.

Îro jî bi armanca avakirina 5 komînan li herêma Zixêr du civîn li dar xistin. Bi dehan jinên herêmê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Rêveberiya Jin a Herêma Kisrat Leyla Abdullah komîn pênase kir û got, şandeya herî biçûk e ku civakê bi rêxistin dike û pirsgirêkên wê çareser dike.

Piştre, serokên komînan û cîgirên wan hatin hilbijartin û komîteyên "Lihevanîn, Tenduristî, Aboî, Perwerde û Parastin" hatin avakirin.

Di dawiya civînan Leyla Abdullah got: "Jinên Dêrazorê di nava 4 salên ji dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de bê maf hatibûn hiştin. Ji bo bidestxistina mafê xwe me bi vê gavê destpê kir da ku dawî li hejmendiya desthilatdar bînin. Bi komînan jin dikare xwe bi rêve bibe, aboriya xwe pêş bixîne."

ANHA


Mijarên Din