Li gundewarê Dêrazorê welatiyek hate qetilkirin

Kesên nenas welatiyekî bi temen mezin li bajaroka El-Sebha ya Dêrazorê, qetil kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me bi dest xistine, kesên nenas îro welatiyê bi navê Elî Kreyhan El-Mihêmîd El-Abid yê 80'ê salî li bajarokê El-Sebha gulebaran kirin û di encamê de hate qetilkirin.

Nûçegihana me ragihand ku kesên nenas li motorsîkletekê siwar bûbûn û gule berdan ser Elî, piştre revîn.

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Dêrazorê çalakiyên xwe didomînin û sivîl û rûspiyên eşîran hedef digirin.

Di 22'ê Sibatê de şêniyên bajarokê El-Sebha cenazeyê jinek bi navê Wedîa Serhan Salih li xwaringekê li bajêr, serjêkirî dîtin.

(dx)

ANHA


Mijarên Din