Li gundewarê Hemayê piştî şerên dijwar aramî serwer e

Şer di navbera rejîma Sûriyê û komên çeteyan de li gundewarê Hemayê hinekî aram bûye. Ev jî piştî şerên dijwar di dirêjahiya 72 saetan de ku di encamê de çeteyan gelek herêm xist bin serweriya xwe, pêk hat. Ji aliyekî din ve hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên stratejîk li El-Celebiye kontrol kirin û nikarî herêmên din vegerîne bin serweriya xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şer li ser gelek mihweran di navbera rejîma Sûriyê û komên çeteyan de hinekî amar bûye, piştî şerên dijwar ên li gundewarê bakur rojavayê Hemayê.

Şer îro bi êrîşên çeteyan li ser du mihweran El-Cibîn, Til Milih û Kefer Hûd bi mûşek û fûzeyan destpê kir. Piştî çend saetan çeteyan ew mihwer kontrol kir bi vê yekê rêya El-Siqelebiye-Miherde li Til Milihê qut kir.

Li gorî navendê hêzên Rejîmê bi desteka balafirên Rûsyayê bi hêviya vegerandina wan herêman êrîşek dijber pêk anî. Lê tevî wê jî tenê Kefer Hûd bi berbanga sibeha Înê re vegerand. Roja Înê hewldanên Rejîmê ji bo vegerandina gundê Til Milih ê stratejîk destpê kirin. Lê ew bi êrîşên çeteyan ji aliyê bakurê Til Milihê ve yanî El-Celemê şok ma. Şer wisa heya 36 saetan dirêj kir di dawiyê de Rejîmê nuqteyên xwe li El-Celemê bi cih kirin û nikarî Til Milih û El-Cibîn piştî şerên dijwar heya 72 saetan vegerîne.

Di encama şerên ku li her sê gundan de pêk hatine bi dehan kuştî di navbera her du aliyan de çêbûn, tevî zêdetirî 600 êrîş bi balafiran û zêdetirî 3 hezar û 200 êrîşên bejahî di navbera her du aliyan de.

Ji destpêka şer li herêmên bêçek di êrîşên balafirên Rejîmê de û Rûsyayê tevî êrîşên bejahî zêdetirî 400 kes hatine kuştin di nav de 96 zarok û 84 jin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din