Li gundewarê Idlib û Hemayê şer didome

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên koma "Heyet Tehrîr El-Şamê" de  15 çete û 11 endamên rejîma Sûriyê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku  di şerê îro yê li başûr û rojhilatê gundewarê Idlibê û gundewarê bakurê Hemayê  de 11 endamên hêzên rejîma Sûriyê û 15 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatin kuştin. Tê gotin ku hêzên rejîmê li gundewarê bakurê Hemayê du gund û gireke xist bin kontrola xwe.

Li gorî nûçeya SANA'yê "Hêzên rejîma Sûriyê bersiva binpêkirin û êrîşên terorîstan ên domdar li dijî herêmên bi ewle yên gundewarên Hema û Idlibê  da û li gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê li dijî komên terorîst çalakiyên berfireh kirin. "


Mijarên Din