Li gundewarê rojavayê Reqayê 3 navendên tenduristiyê hatin vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayî di heman rojê de 3 navendên tenduristiyê li gundewarê rojavayê bajarê Reqayê (Qehtaniye, Kidêran û Ebû Qibêi) vekir. Her sê navend rojane zêdetirî 150 nexweşan pêşwaz dikin.

Komîteya Tenduristiyê tevahiya alav û amûrên pêwîst ji her sê navendan re peyda kirine da ku tevahiya nexweşiyan pêşwazî bikin.

Navenda Kidêran xebatên xwe pêşkêşî şêniyên 7 gundên ku ji 30 hezar kesan pêk tên dike. Qehtaniyê xebatên tenduristiyê ji şêniyên 9 mezrae û gundên derorê re pêşkêş dike hejmara kesên wan herêman 28 hezar e. Navenda Ebû Qibêi jî xizmeta 4 gundan ku hejmara şêniyan 12 hezar e.

Hejmara navendên tenduristiyê yên ku li gundewarê rojavayê Reqayê vebûne gihaşt 4 navendan. Beriya niha navenda Xatûniye ya ku rojane 200 haletên nexweşiyê pêşwaz dike hebû.

Girêdayî mijarê serokê Komîteya Tenduristiyê ya Karûbarên Qanûnî Mihemed El-Ebûd got: "Ev her sê navend bi kadroyek pispor û ji tevahiya beşan: jin, zarok, hundirîn û dil amade ne. Kadro rojane dewam dikin. Her wiha kadroyek îdarî ji bo meşandina karûbarên nexweşan û danîna dermanên pêwîst hatine amadekirin."

Di berdewama gotinên xwe de El-Ebûd teqez kir ku tevî xebatên tenduristiyê yên ku li navendan têne pêşkêşkirin, dewriyên aşlekirinê ji bo leşmaniya û gelek nexweşiyên din û belavkirina dermanan bê pere têne meşandin.

Di dawiyê de El-Ebûd destnîşan kir ku Komîteya Tenduristiyê hewl dide erdnîgariya herêmê binirxîne û li gorî wê xebatên tenduristiyê pêşkêş bike da ku warê tenduristiyê li gundewar û bajêr pêş bixe.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din