Li gundewarên bakurê Helebê teqînek din rû da

Piştî teqîna îro ya li bajarê Efrînê, li bajarokê Seco yê gundewarên bakurê Helebê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di teqînê de kuştî û birîndar çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku erebeyeke bombebarkirî li nêzî çerxrêya bajarokê Seco (5 km dûrî bajarê Ezazê yê gundewarên bakurê Helebê) ku di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de ye, teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 3 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Her wiha zirarên madî yên mezin gihîştin cihê teqînê.

SOHR`ê îro ragihandibû ku li bajarê Efrînê yê dagirkirî, li ser rêya Cindirêsê mayînek bi erebeyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên "Feyleq El-Şam" ve teqiya û zêdetirî 10 çeteyan birîndar bûn.

(cx)


Mijarên Din