Li gundewarên Dirbêsiyê navendeke tunduristiyê hate vekirin

Di demekê de ku Koronavîrus berbelav dibe, Meclisa Tenduristiyê ya navçeya Dirbêsiyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê li gundê Qeyrewan navendeke tenduristiyê vekir.

Di demên dawîn de li herêmên Rêveberiya Xweser nexweşiya Koronavîrusê zêde belav bû û di vê derbarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku heta niha 101 kes pê ketine, ji wan 5 kes mirin û 5 kes jî baş bûn.

Rêveberiya Xweser bi armanca dabînkirina pêwîstiyên şêniyên gundan ên tenduristiyê û xizmetguzariyê li gundewarên bajaran navendên tenduristiyê vekirin û bi vê yekê pêwîstiyên bi dehan gund û bi hezaran welatiyan bi cih anîn.

Îro Meclisa Tenduristiyê ya Dirbêsiyê li gundê Qeyrewan ê navendeke tenduristiyê vekir. Ev navend dê herî kêm xizmeta 50 gundan bike. Ji berê de nuqteyên tibî li van gundan tune ne, lewma ev navend ew ê barê şêniyan sivik bike.

Merasîma vekirina navendê bi beşdariya şêniyên gund, endamên Komîteya Tenduristiyê yên  herêma Cizîrê, hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Menal Mihmed pêk hat. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê dayikên şehîdan navend vekir û piştre hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û got ku ev navend ew ê xizmeta gel bike û rewşa tenduristiyê ya herêmê baştir bike.

Di navendê de ew ê gelek ode werin vekirin, ji wan odeya giştî, destwerdanên bingehîn, zarokan û dermanxane.

(eh)

ANHA


Mijarên Din