Li gundewarên Girê Spî nakokî di navbera artêşa Tirk û çeteyan de

Li gundê Yabîse yê girêdayî Girê Spî çeteyan li dijî artêşa Tirk a dagirker bi sedema nedayîna dewleta Tirk a meaşan, çalakî li dar xistin. Li aliyekî din jî li gund nakokiyên ewlehî, girtina rêyan û rewşa awerte ya artêşa Tirk a dagirker rû dan.

Çavkaniyên herêmî ji gundê Yabîse yê girêdayî Girê Spî ji ANHA’yê ragihand ku çeteyan çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker li gund bi sedema newergirtina meaşan ji 2 mehan ve, li dar xistin.

Heman çavkanyan got li gund gelek gule tevî derketina xwepêşandanê hatin avêtin, ji wê zêdetir jî rê hatin girtin û teker li kolanan hatin pêxistin.

Çavkaniyan diyar kir ku çete naxwazin li Girê Spî bimînin û dixwazin bên guhartin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker jî derî li pêş wan girt ku neçin Tirkiyê, bi wê re jî rewşeke hêrsbûnê li gel çeteyan çêbû.

Têkildarî mijarê çavkaniyan da zanîn ku li gund rewşeke awarte ji hêla artêşa Tirk a dagirker û polîsên girêdayî wê ve heye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din