Li gundewarên Idlibê 30 kuştî û birîndarên hikumeta Sûriyê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundewarên bakurê Laziqiyê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket. Di encama wê de nêzî 30 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên çete û di serî de Heyet Tehrîr El-Şam hewldana pêşveçûna hêzên hikumeta Sûriyê li eniya Til El-Hedade ya Cebel El-Ekrad a gundewarên bakurê Laziqiyê têk bir.

Li gorî Navenda Çavdêriyê hêzên hikumetê hewl da îro di saetên sibê de pêşde biçin. Komên çete jî kemîn ji wan re danî û bi moşek û çekên giran ew topbaran kir.

Navendaê destnîşan kir ku 12 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin, her wiha zêdetirî 17 endam birîndar bûn û 4 çete jî hatin kuştin.

Piştî wê balafirên şer ên Rûsyayê deverên Biniş, derdora wê û derdora gundewarên Idlibê bi zêdetirî 10 moşekan bombebaran kirin.

(bx)


Mijarên Din